Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adar bi agirê Newrozê xweş e

14:55 - 1 Nîsan 2013

Adar! Heyva serhildanên mezin, berxwedanên bi heybet, dema geşbûna çirûskên roniyê, bizdiyana tarîtiyê, xurtbûna hez u îradeya gel bo azadiyê, destpêka vejîna jînê u vegeşîna hêviyên serkevtinê li welatê Newrozê،
Adar! Heyva birîna Helebçê, destpêka rûreşiya herî mezine dîroka dagîrkerî li Kurdistanê êrişên bednave Enfalan, bizmarên li dora sindirukên Qaziyan, dojehbarana li Sine, qêrîna Amedê, hejîna Cizîrê, hawara Qamîşloka têniyê kelejana azadiyê,
Adar! Êş û azara dîroka bi xwîn ya bihişta ser rûyê zewiyê, nasnameya Kurdistanê, nîşaneya hebûna netewa Kurd û dîroka kevnare welatê Kurdan, guriya agirê azadiyê, demsala Newrozê,
Adar! Xakelêweya xatûna sertancê hemû heyvên salê, tu bi xêr hatî.
Adar! Ji te re basî çi bikim? Basî camêrî û canejiniya keç û xortên Kurdistanê ku bê tirs ji reşên şevê xwe davêjin bersinga çiya û newalên welat û bi agirê Newrozê bi xêrhatina te dikin, an basî namerdiya dagîrkeran ku dixwazin agirê Newrozê vemirînin û nehêlin ku tu bi mêvanî jî bêy wargeh û meskenê xwe yê ku ji dil te hez dike!


Adar! Îsal dubare de demekê de ku Kurdistan xwe ji bo pêşwaziya sersal û serkevtinan û bi bîranîna bûyerên ku te di nava dilê xwe de veşartine amade dike û gelê Kurd bi vêxistina agirê kulekşarşemiya dawiya salê, di serî de diçe pêşwaziya Newrozê, dîsan çengên bi xwîne gef û tirsandinan dixwazin siya reş bikêşin ser esmanê welatê me. Gefa ji aliyê têjkedîktatorên zêdexwaz bo ser destkevtên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê, gefa reşekuj û hûrdedîktatoran bo êrişkirina ser Rojavayê Kurdistanê ku amadekariya yekem Newroza ber bi azadiyê ve dike, gefên li ser pêvajoya hêviya azadiyê li Bakûr, xuya ye ku di wan rojan de bi wê mebestê xurt bûne ku rê nedin hêviya rojên xweştir li Kuridtanê bi hêz bibin.
Li Rojhilata Kurdistanê, di bin siya reşe Komara Îslamî de, zext û zora li ser gelê Kurd tu sînûran nas nake. Ji kuştin û girtinan re bigre heya pêşîgirtin ji xwedî derketin ji edet û nirxên civakî û neteweyî, rêjîma Îranê bi her rengî dixwaze pêşiya vegeşîna rengên nasnameya serbixwe ya gelê Kurd bigre û bi wê riyê hebûna gelê Kurd û daxwaziyên neteweiye gel nedîtî bigre. Di wê çarçoveyê de rêjîma Îranê eger ne bi fermî be jî, lê bi awayek cidî, bi tirsandin û gefan, an bi riya xulamok û çinikxwarên xwe ve dixwaze pêşiya hilkirina agir li şeva kulekşarşemiyê û pişt re jî li roja Newrozê bigre.
Lê Adara bi heybet, tu dizanî ku ev hewldan ne tiştek zêde ecêb û dûr ji çaverêniyê ne, ji ber ku dematu hatî, tu bi xwe re hêviyê tînî welatê Kurdan. Weke çawan dema ku ronî hat tarî direve. Dema şayî hat şîn dikeve, dema xweşî hat reşî diçe û dema agirê Newrozê vegeşiya, wê rûyê bi gemare reşêşevê ku îro di sifetê Komara Îslamî de penc kêşandiye ser Rojhilata Kuridstanê wenda bibe. Tirsa Komara Îslamî ji şehyan û xweşiya Newrozê, tu şiroveyek din nîne xênjî tirsa reşêşevê ji Agir nebe.


Ev dîtin bingeha nêrînek kurdane ya Adardost ji bo Newroz û agirê kulekçarşemiyê ye. Lewma pir asaiye ku hemû Kurdistan di wan rojên amadekariya cejna Newrozê de bibe agirdana guriya agirê Newrozê. Li hember wê rewşê jî diyare ku wê Pasdar û Besîciyên dev bi xwîne Komara Îslamî bikevne amadebûnek tewaw heya pêşiya şahiya xelkê bigrin. Lê ew zext û zor wê nekaribe pêşiya geşbûna agirê Newrozê ji bo bixêrhatin kirina Adarê bigre.
Adar! Tu bi xêr hatî.