Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirên çiyayên Zagrosê bû sedema can ji dest dana çiyagerekî

18:22 - 3 Hezîran 2020

Li agirpêketina daristanên parêzgeha “Kohgîloye û Bûyêr Ehmed”ê ku bo heyamê çend rojan berdewam bû, çiyagerekî xwebexiş ku cehda temîrandina agir dida, di nawa Agir de şevitî û canê xwe ji dest da.

 “Elborz Zari`î” çiyagerekî xwebexiş bû ku, bi awayekî xwebexşane, li pêxema temirandina agirên ku bi daristanên “Zagros” di parêzgeha “Kohgîloye û Bûyêr Ehmed”ê  de ketibû, bi hegera şevitîna laşê wî, canê xwe ji dest da.

 “Elborz Zari`î”, yekek ji wan çiyagerên jingehparêz yê Encumena Çiyagerî ya “Zagros” û yeyek ji endamên çalak yê girûpa jîngehparêziya “Sebz Gaman”(Pêngaw keskan) bû.

Can ji destdana wî çiyagerê jîngehparêz, di rewşekê de bû ku,li heyamê wan çend rojên ku agir daristanên “Zagros”ê dişevitandin, berpirsên rejîma Îranê, ti pêngaweke micid bona temirandina wî agirî, nehavêtin.

Piştî agirketina bi daristanên “Zagros”ê  di parêzgeha “Kohgîloye û Bûyêr Ehmed”, tevî hewlên xwebexşane û xweser, bo temirandina agir, bi hegera asê bûna wê devera çiyayî û xemsariya navendên girêdayî yên rejîma Îranê, bi 100`an hiktar ji daristan û çêrîngehên wê deverê di agir de şevitîn.