Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajeldarên pirraniya bajarên Îranê li bajarê Tehranê kombûn û nerizayetiya xwe nîşan dan

12:43 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

Xwedî navendên xwedîkirina ajel û mirîşkan yên pirraniya bajarên Îranê li hember Wezareta Werzêrî ya li bajarê “Tehran”ê kom bûn.

Roja Sêşemî 19ê Tîrmehê kombûna nerizayetiyê ji aliyê xwedî navendên xwedîkirina ajel û mirîşkan yên pirraniya bajarên Îranê li hember Wezareta Werzêriyê ya li bajarê “Tehran”ê hat lidarxistin û kesên nerazî bi behskirina pirisgirêkên xwe yên weke bilindbûna nirxan û guhnedana navendên peywendîdar bi arîşeyên wan, kirîna bi nirxên kêm ya ajel û mirîşkan wan, ji aliyê navendên dewletî û kêmbûn û nebûna debaran …. Hwd nerizayetiya xwe nîşan dan.

Di wê kombûnê de, ajeldaran daxwaza kiribûn ku divê digel Wezîrê Werzêriyê bixwe biaxivin, lê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê êrîşkirine li ser wan û pêşiya wan girtin û bêrêzî bi ajeldaran kirin.

Herwisa hatiye ragihandin ku, yek ji wan ajeldaran yê bi navê “Omîd Qurbanî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.