Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Akinciyên şehreka Nayîser li Sinê ji xwarina ava paqij pêbarin

22:03 - 12 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Demeke akinciyên şehreka Nayîser li bajarê Sinê ji ava xwarinê pêbarin û nawendên pêywendîdar di vî varî de xemsarin.

Li gorî nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, akinciyên şehreka Nayîser seba nebûna avê, bi mecbûrî avê dikirin.

Yek ji akinciyên şehreka Nayîserê got: Em rojane bi tankêr avê dikirin û eva jî anî ber bas, heya niha me çendîn caran serdana nawendên pêywendîdar kiriye, lê tu besriva bi me nedane.

Şehreka Nayîser nîzîkê 5 hezar kes tê de akinciye û nîzîkê bajarê Sinê ye.