Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alîgirên jîngeh parêzî li Kurdistana Rojhelatê çalakî birêve birin

22:00 - 12 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek çalakvanên jîngeh parêziyê li bajarê Serdeştê bi hiceta paqij kirina cihên giştî yê wî bajarî çalakî kirin.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanemdia, hejmarek li hevwelatiyê bajarê Serdeştê û alîgirên jîngêh çendîn cihên bajarê Serdeştê paqij kirin.

Ew ektîvên jîngeh parêziyê derdora bajarê Serdeştê û seyrangeha Şêx Îbrahîm û cihên din bi awayeke rêk û pêk paqij kirin.

Çalakvanên jîngeh parêziyê piştî paqij kirina çendîn cihên giştî nivîsînên taybet bi paqij ragirtina jîngêh bilav kirin.