Şeva Înê piştî vê ku tîma fotbala Pêrspolîsê serkevtin bi dest xist, alîgirên wê tîmê di çend bajaran de xwenîşandan lidar xistin û di vê xwenîşandanê de siloganên siyasî bi dijî rejîmê dan û hêzên ewlehî yên rejîmê êrîş kirine ser wan xwenîşanderan.
Pêka vîdiyoyên belav bûyî, alîgirên tîma Pêrspolîsê li şeqamên Tehranê silogana “neman bo esla wilateya feqîh û neman bo dîktator” dane û hêzên ewlehî jî bi motorsîkletan hatine nav xelkê û bi batoman xwenîşander kutane.
Di çend şeqamên Tehranê de xwenîşanderan agir berdane satilên ziblan û şeqam dayxistine.
Xwenîşandanên nû di Îranê de, du heftî berî niha li bajarên parêzgeha El-Ehwazê bi sedema krîza bê avî û neşiyana berpirsên rejîmê ên wê parêzgehê xwenîşandan lidar xistin û piştre xelk li bajarên din ên Îranê bi dijî rejîma Îranê hatine ser şeqaman û nerizatiya xwe dane xuya.
Di wan xwenîşandanane de çendîn kes ji xelkê nerazî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine kuştin û bi 100an kes jî hatine binçavkirin.