
Alîkariyên ku ji aliyê welatên cîhanê ve bo xelkê Îranê têne şandin, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve di bazarên Îranê de têne firotin, yekek ji wan alîkariyan ku ji aliyê welatê Alman ve bona parastina xelkê Îranê ji tûşbûn bi vîrûsa Koronayê hatibû şandin, niha ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, di bazarên reş de têne firotin.
Saziya Tendurist a Navnetewî (WHO), bas ji şandina 7.5 ton emrazên hewce yên tenduristyê bo Îranê dike, lê xelkê Îranê hêj pirsgirêka kêmbûna emrazên hewce bo berevanî û xweparastin ji vîrûsa Koronayê hene, ji ber wê yekê ku ew hemû alîkarî di destê Spaha Pasdaran a terorîst de ne û wan emrazan bi nirxekî pir bilind di bazarên reş de difiroşe.
Xelkê Îranê tevî ku rastî pirsgirêkên cuda wekî erdhej, belavbûna vîrûsa Korona û rabûna lehiyê hatine, niha alîkariyên ku di navxweyê welat an ji welatên derve bo wî xelkê tên komkirin û şandinê, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve têne dizîn û bi nirxekî çend beranber bi xelkê difiroşe.