Wê carê gelek ji deshilatdarên rejîmê jî daxwaz ji xelkê kirine ku di wê şanogeriyê de beşdar nebin û şerê wan bo geheştina dehilatê dijvartir dibe.
Roja 27ê Gulanê civata Alimên Muderise Hewza Êlmiya Qumê, dijayetiya xwe digel hilbijartina serkomariya rejîmê da xuyakirin û daxwaza hilweşandina hilbijartinê kir.
Civata Alimên Qumê di daxuyaniyekê de ragihand: Şêwra Nobedar gorî selîqa xwe selahiyet daye hin kesan û dengê xwe bi ser îrada xelkê de sepandiye, lewma ew hilbijartin tenê maşkanêyeke û divê bête hilweşandin.
Ayetulah Hucetiyê Kirmanî endamê berê yê meclisa Xêbrgan jî daxwaz ji Elî Xamineyî kir ku di demekê de ku wî Îbrahîm Reîsî diyarî kiriye, bila hilbijartin bête hilweşandin û xercekî bêçineye Milyardî jî bo hilbijartinê nekin.
Hesen Xumeynî nevyê Ayetulah Xumeynî yê damezrênerê wê rejîmê jî dijayetiya xwe digel wê hilbijartinê da xuyakirin û rexnên tund li Şêwra nobedar girtin.
Êshaq Cehangîrî cêgirê nihaye serkomar jî ku selahiyeta wî hatiye red kirin, got: Dema ku şêwra nobedar ji biryara xwe ez agehdar kirim, mala min de bû cêjn û xweşî û ez jî wê şewê asûde razam.
Ehmedînejadê serkomarê berê yê rejîmê jî bajar bi bajar diger û ne rewa bûna hilbijartinê tîne ziman û pirûpagendê dike bo beşdarî nekirinê, û alîgirên wî dibêjin: ewê di wê hilbijartinê de ditorîne, Elî Xamineyî ye.
Malbata Larîcaniyn jî ku di asta herî serveye deshilata wê rejîmê de ne, bi eşkere lome û nerizayetiya xwe didne xuya kirin û nerazî bûna xwe ji karê Şêwra nobedar didne kivşê.
Elî Xamineyî roja derbas bûyî hate cihab û piştewaniya xwe ji Şêwra Nobedar ragihand, û got ewên dijî hilbijartinê û şêwra nobedar dixunin û xelkê haydidin ku di hilbijartinê de beşdariyê nekin, bê guman dijî dostê xelkê ninin, ew qisa Xamineyî jî hebxwe gefe ji wan kesan.