Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyê kêm 23 kes ji xelkê nerazî di aloziyên Belûçistanê de hatine kuştin

10:56 - 4 Adar 2021

Di dema destpêkirina nerizayetiya xelkê Belûç li derheq kuştin û birîndar kirina dehan kasibkarên Belûçî ji aliyê hêzên rejîmê ve, gorî zaniyariyan aliyê kêm heya niha 23 kes ji xelkê nerazî yê Belûç hatine kuştin û dehan kes hatine birîndar kirin û sedan kes jî hatine binçavkirin.

Gorî rapora kempêyna mafê mirove Îranê, aliyê herî kêm 23 kes ji kesên nerazî li Sîstan û Belûçistanê ji roja destpêkirina nerizayetiyan ve, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine kuştin.

Her di wê raporê de hatiye ku rejîmê bi armanca berahîk girtin ji belavbûna zaniyariyan li ser aloziyên wê herêmê, berdewam tora Înternêtê qut kiriye da ku bikare hovanetir û dûr ji çavê cîhanê  tepeseriya xelkê belûç bike.

Hêzên sipaha pasdaran a terorîst berdewam û bê rehmane bi hêcetên cur bi cur, Belûçan dikuje û bi taybet kêm roj heye ku bi hêceta berahîk girtin ji karê qaçax, kasibkarên ser sinûr nekuje.

Berpirsê kempêyna mafê mirove Îranê ragihand: Rejîma Îranê li ser vê bawerê ye ku bi kuştina kesên nerazî, dê bikare dengê nerizayetiyê mat bike.

Wê kempeynê daxwaz ji rejîma Îranê kir ku bi lez tepeseriya xelkê nerazî yên Belûç rawestîne.

Ew serê 2 hefteyane ku di piraniya herêmên Sîstan û Belûçistanê de, nerizayetiyekî ber fireh li hember kuştin û birîndar kirina dehan kasibkarên Belûç ji aliyê Sipaha pasdaran ve destpê kiriye û heya niha jî berdewame.