Welatê Alman û Feransayê ji Îranê xwestine ku bi lezgînî bizavbire ser maseya danûstandina navkî.
Berdevkeke Wezareta Almaniyayê roja Çarşemî di hevpeyvîneke rojnamevanî de gotibû: “Em daxwazê ji Îranê dikin ku bi awayekî erênî û lezgînî bizavire ser maseya danûstandina navkî. Em bo danûstandinê amade ne, lê pencereya danûstandina navkî hete hetayî vekirî namîne”.
Hevdem Wezareta Derve ya Feransayê bi weşana daxuyaniyekê gotiye, “Jan Îvo Lodriyan” Wezîrê Derve yê Feransayê di hevpeyvîneke telefonî digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Husên Emîr Ebdullahiyan” de, daxwaz jê kiriye ku bi lezgînî bêne ser maseya danûstandina navkiyê”.
“Husên Emîr Ebdullahiyan” jî di hevpeyvînekê digel deng û rengê rejîmê de daye zanîn, “em naxwazin ji maseya danûstandinê birevin.”
Danûstandinên Îran û welatên 4+1 li derheq bernameya navkiya rejîma Îranê li meha Nîsana îsal li “Viyen”a paytexta Otrîşê dest pê kir û şeş car danûstand bi rê ve çû. Lê piştî binav hilbijartina Serkomarê rejîma Îranê di Hûzeyrana Îsal de, rejîma Îranê bi yekaî danûstandin ragirt.
Sala 2018`an Amerîkayê bo vê ku rejîma Îran pêbendê rêkkevtina Bercamê ya sala 2015`an nebibû, ji rêkkevtinê hate derê û rejîma Îranê rastî tehrêmên aborî anî.