Kurdistan Media: Mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî, keça kurd a Mehabadê û tepeserkirin meşên aram û êmin yên wî bajarî û piştewaniya bajarên din yên Kurdistanê, ji aliyê kurdên akinciye Almaniya ve hate şermzarkirin.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, kurdên akinciyên bajarê Birlîna Almaniya li du cih û demên cuda de bo piştewanîkirin ji xelkê Mehabadê û berevanî kirin ji xwîna bi neheq rijandî ya ”Ferînaz Xusrewanî“ û êrîş û teqeya rasterast ya dezgehên tepeserkar ên rejîm Îranê li neraziyan, ku hejmarek zaf biirîndar ketin û dehan kes jî hatin destbiser kirin, roja Sêşemî 15`ê Gulana 1394an a rojî meşek lidarxisitin û nerazîbûna xwe li hember karên dijî mafên mirov yên Rejîma Îranê nîşandan.
Di wan xwenîşandanan de hejmarek endamên PDKÎ beşdar bûn.
Hacî Cundî, kesayetiyê siyasî û endamê berê yê PDKÎ bi nûnerayetiya komîteya Hizbê li Alman di her du xwenîşandanan de beşdarî kir û ji beşdaran re axivî.
Hacî Cundî di axaftina xwe de serkut û tepeseriya gelê kurd ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve bi tundî mehkûm û şermezar kir û piştewaniya PDKÎ ji hevwelatiyên qehreman û şoreşger ên Mehabad û Kurdistanê bi giştî nîşanda û daxwaz ji gelê kurd kir ku li hember cinayet û kuştina wê rejîmê de bêdeng nemînin û gelê şoreşvan ê bajarê Mehabadê bi tenê nehêlin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran û azadakirina binçavkiriyên bêguneh ên bajarê Mehabadê xwast.