
Kurdistanmedia: Dewleta Almaniya dixwaze çalakiyên girûpa terorîst a Hizbulaha Lubnanê di wî welatî de qedexe bike, û wekî girûpekî terorîst nas bike.
Pêka nûçeya ku rojnameya Êşpîgêl a welatê Almaniyayê belav kiriye daye zanîn ku, balyozê Amerîkayê di Almaniyayê de, ji wî welatê xwastiye ku pêşî li çalakiyên girûpa terorîst a Hizbulahah Lubnanê bigre, û wî girûpî wekî girûpekî terorîst nas bike.
Herwisa wî rojnama Almaniyayê daye zanîn ku, di vê derheqê de, Wezareta Karûbarê Derve a Almaniya û Wezareta dad û wezareta welatê Almaniyayê lêhevkirinek kirine ku, di hefteya bê de, dê di Wezareta Almaniyayê de biryara dawî bidin.
Hizbulaha Lubnanê di sala 2018`an, ji aliyê Amerîkayê ve wekî girûpekî terorîst hatiye naskirin, û rejîma Îranê jî, ji warê malî ve piştevaniya wî girûpa terorîst dike.