Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên di navbera Îran û Azerbaycanê de/ herêma esmaniya Bakû û Tehran hatiye dayxistin

16:42 - 7 Çirriya pêşîn 2021

Şîrketa Hêla Esmanî ya Komara Azerbaycanê “Azal”ê, daye zanîn ku biryar daye ji roja Çarşemî 14`ê Rezberê ve bi sedema dayxistina herêma esmaniya Îran bi ser balafirên wan de, firîna balafiran ji Bakû bo Nexcewanê ji esmanê Ermenistanê bikar tînin.

Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê herêma esmaniya xwe bi ser Azerbaycanê de daxist û ji aliyê din Ermenistanê bi ser Azerbaycanê de vekir.

Beşa Otonomiya Nexcewan beşek negirêdayî ji Azerbaycanê ye ku digel sê welatên Tirkiye, Îran û Ermenistanê hevsînor e.

Niha tevî hebûna aloziyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, berpirsên Azerbaycanê bi sedema aloziyên micid ên ku digel Îranê hene, esmanê Ermenistanê bo ber Nexcewnê ve bikar tînin.

Di wan rojan de aloziyên di navebra Azerbaycan û rejîma Îranê de zêde bûne û rejîma Îranê li ser sînorê Azerbaycanê hin manorên leşkerî bi rê ve birin û ev yeka bû sedema agirê aloziyên devkî.

Berpirsên rejîma Îranê berdewamî gefên şer li Azerbaycanê dixwen û herwisa roja Yekşemî 11`ê Rezberê, rêberê rejîma Îranê bi şêweyek tund dabû zanîn: “Welatên cîran divê xwe ji bîhaniyan biparêzin”.

Mebesta Elî Xamineyî Îsraîl bû û rejîma Îranê bi sedema hebûna hêzên Îsraîlê di Azerbaycanê de gefan li Azerbaycanê dixwen.

Serkomarê Komara Azerbaycanê “Îlham Elî Uf” dabû zanîn, “Bila Îran bide zanî ka Îsraîl di kîdera sînorê me de ye”.