Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amadebûna nûnerayetiya Hizba Demokrat di sêmînara Sekreterê Giştî yê Parlimana Ewrûpayê de

18:12 - 15 Kanûna pêşîn 2018

Roja Înê rêkefta 23-ê Sermaweza 1397`an a Rojî, di çarçoveya çalakiyên beşa Pêwendiyên Derve yên Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê, “Hisam Destpîş” nûnerê Hizba Demokrat li Yekîtiya Ewrûpa, li sêmînara Sekretêrê Giştî yê yekîtiya Ewrûpayê, ku taybet bû bi Pêşeroja Ewrûpayê, beşdarî kir.

Di vê sîmînarê de “Klaus Welle” Sekretêrê giştî yê Parlimana Ewrûpayê, li dû wara de bas û gengeşe li ser pirsa pêşeroja Ewrûpayê kir, li destpêkê de ew gefên ku di warê emnî de ku berbirûyê Ewrûpiyan dibin, û di beşa duyem de bas ji hilbijartina pêşeroja Ewrûpa kir, ku çawan dikare bandorê bixe ser warên cuda yên yekîtiya Ewrûpayê.

Nûnerayetiya Hizba Demokrat li çarçoveya komênt û pirsiyaran de, Rejîma Komara Îslamî a Îranê weke gefekê nîşan da, bixasmanî qisên wê dawiyê yên Rohanî derheq bi teror, maddên hişber, û pirsa koçberiyê û herwisa daxistina Kendawê, di heman demê de ewa ku pirsa Kurd li kîderêya Yekîtiya Ewrûpa de cî dibe, boçûn û nezera xwe xiste rû.

Hêjayê gotinê ye, sîmînar bi beşdariya komek navend û kesayetiyên cuda bi rê ve çû.