Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amadekariya xelkê Merîwanê bo hatina cejna Newrozê

19:48 - 11 Adar 2013

Kurdistanmedia: Xelkê bajarê Merîwanê û gundên derdûr, li hatina cejnên Çerşeme Sûrî û Newrozê, xwe bo birêve birina van cejnane amade dikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, piraniya gund û taxên bajarê Merîwanê li serûbendê hatina cejna Newrozê cihên teybet li hindek deveran û giropên taybet û birêveberê vê cejnê hatiye rêkxistin.

Bi gotina şahîdan piraniya gund û taxên bajarê Merîwanê amade karî kirine û hevwelatî jî bi alîkariya malî û ji bo birêvebirina baştirîn rê û resim pişdarî dikin.

Desteya birêvebirina rê û resman li piraniya gund û taxan her xwe ne, desteya çavedêrî bo baştirîn birêveçun û parastina rêkupêkiya rê û resmê danîne.

Diyartirîn cihên devera Merîwanê bo birêvebirina marasimên cejna Newrozê du gund “Nê” û “Nene”ne ku evsal dixwazin bi awayeke baştir li salê bûrî birêve bibin.

Eva li demekê de ye ku keş û rewşa tund ya ewlehî ji aliyê hêzên rejîma Îranê û egera vê heye weke salên bûrî bixwazin cejna neteweyî têk bidin.