Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara pêketiyên Korona di Îranê de/ bi gelemper 5 milyon û 800 hezar kes pê ketine

11:57 - 19 Çirriya pêşîn 2021

Di rapora Wezareta Tendirustî ya Rejîma Îranê de hatiye ku heta niha zêdetir ji 5 milyon û 800 hezar kes bi Koronayê ketine.

Herwisa di wê raporê de hatiye ku heta niha 124 hezar û 256 kesan di Îranê de bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Amara Koronayê di halekê de tê belavkirin ku Saziya Nizama Pizîşkî ya rejîmê berê dabû zanîn ku amra rastî sê heta çar bernberê amara Wezareta Tendirustî ye.

Di sê parêzgehên Kurdistanê ên wekî “Urmiye, Sine û Kirmaşan”ê de rewş pir metirsîdar e û ew sê parêzgehane hêj di rewşa sor de ne.

Serokê Navenda Birêveberiya Tora Tendirustî a rejîmê, “Mistefa Nizûlî” di vê derheqê de gotiye: “Hin tîmêm Wezareta Tendirustê di wan sê parêzgehan de amade ne û mijûlê lêkolîn li ser rewşa Korona ne”.

Navbirî gotiye “rewiş cihê nigeraniyê ye û menca şeşê ya Koronayê jî di rê de ye û ev yeka pir metirsîdar e”.

Tevî vê ku Korona rojane di Îranê de canê sedan hevwelatî distîne, meşa vaksenkirinê pir lawaz e û herwisa rejîm pêşî ji qerebalixa xelkê jî nagire û yek din a sedemê belavbûna zêdetir a Koronayê qerbalixa xelkê di meha “Muherem”ê de bû ku rejîmê hêşt ew rêûresma Olî bi rê ve here û ev yeka jî bû sedemê qurbaniya xelkê.