Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara telaq di bajarê Xoyê de gelek zêde bûye

12:30 - 23 Hezîran 2022

Berpirsê dadweriya bajarê Xoyê “Ebaselî Îmamî” di civîneke rojnamevaniyê de gotiye: “Amara telaq pêka sala derbasbûyî 1092 dosye bûne lê niha ew amare gihîştiye bi 1259 dosyeyan û %15 zêde bûye.

Wî berpirsê rejîmê hevdîtinên li şeqaman û torên civakî, destêverdana bê cî ya kesên nêzîkî malbata wan, sedema bingehîn a wan telaqan daye zanîn.

Rejîma Îranê bo perdepoşkirina neşiyan, gendelî û seqetbûna sîstema birêveberiya welat li parastina malbatan, hewl dide zêdebûna rêjeya telaq bi hevdîtinên ser şeqaman û pêwendiyên li nav torên civakî ve girê bidin.

Wî berpirsê rejîmê îdia kiriye ku bi rêya navendên şêwrimendiya malbat û zêdekirina wan navendan li bajarê Xoyê karîne rêjeya telaqê kêm bikin.

Siyasetên dijî mirovî yên rejîma Îranê bûne sedem ku gelek ji malbatan nekarin hewcehiyên sereke yên jiyana xwe dabîn bikin lewma, amara telaq û xwekujiya ciwanan di Îranê de gelek zêde bûye.