Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarên Korona yên bajarên girêdayê parêzgeha Xuzistanê bi cuda nayêne belavkirin

13:07 - 13 Gulan 2020

Belavbûna berfireh û asta tûşbûn bi wê vîrûsê di parêzgeha Xuzistanê de, bi qasek zêde bûye ku berpirsên rejîmê amarên cuda yên bajarên girêdayê wê parêzgehê belav nakin.

Roja Çarşemî, 13`ê Gulanê, Berpirsê Zanîngeha Pizîşkî ya bajarê Ehwazê, “Ferhad Ebul Nijadiyan” di hevpeyvîneke xwe ya televîziyonî de bas ji wê yekê dike ku, êdî em amara bajarên wê parêzgehê yên derheq Koronayê bi cuda belav nakin û bi tenê amarên giştî yên parêzgehê belav dikin.

Navbirî bas dike ku: “Belavbûna amara Koronayê ya bajaran, bandoreke nerênî li ser tendirustiya xelk û kadrên dermanî û hindurê wan dike û herwisa bibû sedem ku naskirina kesên nexweş yên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê rastî pirsgirêkan bibe.”

Di rastiyê de, rejîma Îranê bona weşartina neşiyan û bi kêrnehatîbûna berpirs û awayê birêvebirina wê krîzê, ji belavbûna amarên serast yên vîrûsa Koronayê ditirse û hemû hewlekê bo weşartina wan amaran dide.

Hin caran ku amarên bajaran bi cuda belav dibûn, digel amarên ku rejîmê bi giştî belavdikirin hev nedigirtin û mudaxileya rejîmê di wan amaran de dihate dîtin, lewma niha wan amaran bi awayê giştî belav dikin û xwe ji amarên cuda yên bajaran diparêzin.