Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 10 milyon dolar bo zaniyarî li derheq berpirsekî Hizbullaha Lubnanê xelat diyarî kirî ye

11:54 - 11 Nîsan 2020

Amerîkayê roja Înê 22`ê Xakelêwe, ji bo zaniyarî li derheq çalakî û torên girêdayî “Mihemed Kewseranî”, yek ji fermandê Hizbullaha terorîst a Lubnanê ku di Îraqê de roleke girîng heye, 10 milyon dolar xelat diyarî kirî ye.

Wezareta Derve a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Mihemed Kewseranî, yek ji berpirsê paye bilind ê Hizbullaha terorîst a Lubnanê ye ku parek ji berpirsayetiya hevahengî ya siyasî a girûpên Şî`e ên Îraqê bi stuyê xwe ve girtîye, ew berpirsayetiye ku berê li stuyê Qasim Silêmanî yê terorîst ê fermand Spaha Qudis a terorîst bû”.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê, Mihemed Kewseranî, cihgirê Qasim Silêmanî yê terorîst û berpirsayetiya girûpên terorîst ên Şî`e di derveyê welat de bû.

Amerîkeyê di sala 2013`an de, Mihemed Kewseranî, wekî terorîzmê cîhanî dabû zanîn û herwisa Amerîkayê navbirî bi tawana dabînkirina malî bi girûpên terorîstî di Îraqê de û hevkarî û veguhastina wan di Îraqê de bo Sûriyê û piştevanîkirin ji Beşar Esed daye zanîn.