Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 4 kes û 6 damezrave yên girêdayê bernameya leşkerî ya Îranê xist di nav listeyê tehrîman de

11:17 - 11 Çirriya paşîn 2020

“Wezareta Xezînedarî ya Amerîka”yê toreke rêkxistinkirî ku ji 6 kompaniya û 4 kesan pêk hatibû, xiste di nav listê tehrîman de.

Roja Sêşemî 10ê Çirriya Paşîn, “Wezareta Xezînedariya Amerîka” di daxiyanêyekê daye zanîn ku torek ku ji 6 kompaniya û 4 kesan pêk hatibû, xiste di nav listê tehrîman de û ragihand: “Wê torê, bi dabînkirina emrazên hestiyar yên elektronîkî yên Amrîkayî bona kompaniyên pîşeya pêwendiyan li Îranê hêsankarî kirine.

Di beşeke daxuyaniya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê de hatiye: “Ew tore emrazên hestiyar yên elekteronîkî yên çêkiriyên Amerîkayê, bo kompaniyên pîşeyiyên pêwendîdar dabîn dikir. Ew kompaniyeke leşkerî ye ku li sala 2008an ji aliyê Amerîka û li sala 2010an ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi sedema wê yekê ku xwediyê wê an kontrolkerê wê, “Wezareta Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar yên Îran”ê ye; Herwisa birêveber û hevahenkerê giştî ya bernameya mûşekên Balistîk yên Îranê li stu ye, hatine tehrîmkirin”.

Wezîrê Xezênedarî yê Amerîkayê, “Steven Mnuchin” ragihand: “Rejîma Îranê bona pêşbirina şiyana leşkerî ya alozkera xwe, mifah ji toreke cîhanî ji kompaniyan verdigre”.

“Mihemed Benîhaşimî xelkê Îranê, Çîn Hûa Howang xelkê Tayîwan, Mihemed Sultan Mihemedî xelkê Îranê, Şî Mî San xelkê Tayîwan” û herwisa 6 kompaniyên cîhanî yên bi navên: “Artîn Senet Taban li bajarê Tehran, kompaniya “Den International” li Taywan, kompaniya Miamileya Hoda li bajarê Tehran, kompaniya “Naz Technology” li Taywan, kompaniya pîşeyî ya “Proma Industry” li Hong Kong û kompaniya pîşeyî ya “SolTech” li Hong Kong” ketine nav listê tehrîmên Amerîkayê.