
Roja 16ê Kanûna Pêşîn, li berdewamiya siyaseta givaşa herî zêde ya Amerîka li dijî rejîma Îranê, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de daye xuya, ku 4 kompanî bi sedema şandina berhemên petrokîmiya Îranê ku rol hebûne, tehrîm kir.
Pêka wê daxuyaniyê, kompaniyên “Keştîranî ya Donga, Petrokîmiya Başûrê Rojhilata Hong Hong, Alfa Têk Trêdîng û Pêtrolayns a Îmarat”ê bi sedema binpêkirina dorpêçên li dijî rejîma Îranê, ketine nav lîstê dorpêçan.
Amerîkayê ragihandiye ku şandina petrokîmiya yek ji çavkaniyên girîng yên maliya rejîma Îranê ye, lê rejîma Îranê dahata petrokîmiyê bona dabînkirina maliya girûpên terorîstî bikar tîne.
Di daxuyaniya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê de hatiye baskirin ku her kesek li şandina berhemên petrokîmiya Îranê piştevaniyê bike, dê bikeve nav lîstê dorpêçan.
Rejîma Îranê bi sedema givaşên aborî yên Amerîkayê, tûşî aloztirîn rewşê bûye û bi wê sedemê ji tev aliyan ve hewl dide ku bi xercekî zêde dorpêçên Amerîkayê dor lêde.