Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi fermî daxwaza xwe li ser derketin ji Saziya Navnetewî ya Tenduristiya Cîhanî ragihand.

13:44 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemî, 8ê Tîrmehê, Berdevkê Sekreterê “Saziya Welatên Yekgirtî” (UN), Istêfan Duçarîk” ragihand ku, Amerîka bi nivîskî û fermî, Saziya Welatên Yekgirtî agehdar kiriye ku, dixwaze ji Saziya Navnetewî ya “Tenduristiya Cîhanî” (WHO) derkeve.

Amerîka mezintirîn piştewanê aborî yê Saziya Navnetewî ya “Tenduristiya Cîhanî” (WHO) bû lê, piştî belavbûna vîrûsa Korona di cîhanê de, Serkomarê Amerîka, “Donald Tiramp” bi caran rexneyên tund ji Saziya Navnetwî ya “Tenduristiya Cîhanî” girt ku ew sazî di bin bandora welatê “Çîn”ê deye.

Dolad Tiramp li ser wê bawerê ye ku di destpêka belavbûna vîrûsa korona yê de, Saziya Navnetwî ya “Tendirustiya Cîhanî” bona alîkarîdan a welatê “Çîn”ê bûye sedema afirandina şaşî û ji rêderketina Amrîka û cîhanê.

Herwisa pêdiviyê gotinê ye ku derketina yekcarî a Amerîka ji  Saziya Navnetwî ya “Tendirustiya Cîhanî” nêzî 1 salî dem hewceye.

Weşartina zaniyariyên li ser qasa belavbûn û hejmara qurbaniyên wê vîrûsê bû sedem ku li destpêka belavbûna wê vîrûsê ew ji aliyê  xelkê cîhanê ve bi micid nehate dîtin ku bû sedema belavbûna wê vîrûsê li cîhanê de.