Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi tundî hişdariyê dide girûpên Îraqî ên girêdayê rejîma Îranê

12:40 - 13 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Berpirsekî Amerîkayê ragihand ku, taqmên Şî`eyên Îraqî ku girêdayê Îranê ne gehiştine hêla sor.

Piledareke Artêşa Amerîka li dijkiryara li hember mûşekbarana binkên Amerîka di nav Îraqê de ragihand: “Girûpên Îraqî ên girêdayê Îranê wê dil hene nêzîkî hêla sor a Amerîkayê dibin û hekî mînakên wiha zêdetir bêne pêş, emê dê bersiva wan bidin.

Wî berpirsê pile bilind yê leşkerî yê Amerîkayê got, wê dûmahiyê êrîşên mûşekî ji aliyê milîşiyayên ser bi Îranê di Îraqê de, bo li ser binkeyên leşkerî yên hêzên Amerîka û hevalbendan zêde bûne.

Wî berpirsê Amerîkayê ku nexwast navê wî bête eşkerekirin ragihand ku, hekî ew êrîşane berdewam bin, Amerîka û hewalbendên xwe dê dijkiryara tund nîşan bidin.

Herçiqas heya niha ti girûp û aliyekê berpirsayetiya wan êrîşan nekêşaye stuyê xwe, ew berpirsê Amerîkayê li ser wê bawerêye ku Heşda Şe`ibî, Hizbulaha û Esaêb El-Heq ku girêdayê rejîma Îranê ne wan êrîşan dikin.