Pêka rapora nûçegihaniya Amerîkayê ya bi navê “Axios”, şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê “Jake Sullivan” di serdana berê ya bajarê “Orşelîm”ê de bi berpirsên Îsraîlê gotibû ku gefa mifahvergirtin ji mikanîsma maşeyê û zivîrandina otomatîk a dorpêçên Şêwraya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî, divê wek alavekê bo rêgirîkirin li meyandina Uraniyoma rejîma Îranê heta asta cebilxaneyê, mifahê jê verbigrin.
Nûçegihanê “Axios” ê bi navê “Barak Ravid” li roja Çarşemî 15ê Befranbarê di raporekê de ji zimanê sê berpirsên egehdar ên Îsraîlî, îşare bi vê yekê kiriye ku mikanîsma maşê, girîngtirîn alav e ku di lihevkirina navkiya sala 2015an de bo cezakirina Îranê di rengehiya binpêkirina wê lihevkirinê de berçav girtine.
Mikanîsma maşê bi wê wateyê ye ku li ser daxwaza aliyek yê wê lihevkirinê û bi dengê endamên Şêwraya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî, dîsan ji aliyê Şêwraya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî ve dorpêçan li ser Îranê cî bi cî bikin.
Zivirîna dorpêçên Şêwraya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî yên li ser Îranê, dibe sedema şikesta zêdetir ya Îranê ku ji rewşa niha zêdetir jinav here.
Ew di halekê de ye ku rejîma Îranê hevdem digel beşdarîkirin li danûstandinên Viyenê, geşê bi bernameya navkiya xwe dide û berê jî Îsraîlê huşdarî bi welatên Erebî yên hevpeymanên xwe dabû ku rejîma Îranê mijûlê meyandina Uraniyomê heta çiratiya %90 ye.