Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bona pêşîgirtin ji cinayetên Spahê rêçareyeke nû girtiye ber xwe

18:40 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2020

Amerîka bona pêşîgirtin ji cinayetên Spaha terorîst a pasdaran di welatên Erebî de, jimare telefoneke rastewxwe bona peywendîgirtinê daniye ku bi wê rêyê, raporên cinayetên Spahaê bigehine destê amerîkayê.

Wezareta Derva ya Amerîka, tekezî li ser hewcehiya wan raporan li ser çalakiyên Spaha pasdaran a terorîst di welatên Erebî de kiriye.

Waşîngton ragihandiye ku rejîma Îranê bi rêya nûnerên xwe ve, piştewaniya malî ya girûpên terorîstî dike û dijî xelkên rojhilata navîn, cinayetên “hovane” bi rêve dibe ku wê derheqê de, daxwaz ji xelkê wan welatên Erebî kiriye ku wan çalakiyên Spaha a terorîst rapor bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka, di rûpela xwe ya bi zimanê Erebî ya tora civakiya “Twitter” û di rûpela fermî ya programa “Padaş bo dadperweriyê” de, çend jimaretelefon û kanaleke pêwendiyê di torên civakiyên “Watsapp û Têlêegram”ê de daniye.

Xelkê wan welatan dikarin derheq çalakiyên Spaha Pasdaran ku ji aliyê Amerîkayê ve wekî rêkxistinekî terorîstî hatiye nasînê, raporan bidne amerîka.

Wezareta Derve ya Amerîka jimare telefona (0012022941037) bo “Whatsapp” ê daniye û “id” ya (RFJ_Arabic_bot@) bo telegramê daniye.

Di rûpela“Twitter” a Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye: “Îran bona dabînkirina cebirxanê bo girûp û rêkxistinên terorîstî, di hemû cihên rojhilata navîn de, Şêvraya tenahiyê dixe nava serederiyê.

Ew cehda Amerîka, bona pêşîgirtin ji cinayetên Spaha Pasdaran a Terorîst, piştî tereora şirovekar û lêkolerê siyasî û tenahiya Îraqê, “Hişam El Haşimî”, dest pê kiriye.