Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka daxwaz ji Îran kir ku her sê Amerîkiyan serbest berde

22:24 - 29 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Ajansa DPA ragihand, ku wezîrê derve yê Amerîkayê Jon Kêrî roja çarşemê bang li rejîma Îranê kir jibo du welatiyên Amerîkayê serbest berde û cihê yê sêyan, ku ji sala 2007’an ve wek windayî tê hesêb eşkere bike.
Jon Kêrî got, ku “Amerîka bi rûmet ji rejîma Îslamiya Îranê dixwaze jibo alîkariya welatiyên Amerîkayê: Robert Lêvînson, Amîr Hêkmatî û Seîd Abêdînî bike da ku bikaribin vegerin malbatên xwe`.
Saloxgêrê Amerîkî Lêvînson meha Adarê sala 2007’an li girava Kîş li Îranê windabû. Rejîma Îranê haşa dike, ku Lêvînskî li xaka welêt winada bûye. Roja pêncşemê du sal di ser girtina Hêkmatî re derbasbûn. Ew bi saloxgêriyê tê gunehbarkirin.
Kêrî vî guneh derew dibîne. Abêdînî 1sal û 8 meh di zindanê de derbaskirye. Ew jiber girêdanên bi baweriyên olî ve hatibû girtin.