Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dehan kes û damezraweyên peywendîdar bi bernameya navokî û nizamî ya rejîma Îranê xistine nava lîsta nû a dorpêçan

12:53 - 22 Îlon 2020

Du roj piştî ragehandina wegerandina hemû dorpêçên navnetewî li dijî rejîma Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, berpirsên payebilind yên Amerîkayê li gorî biryara “Tiramp” komek ji dorpêçên nû dijî bernameya navokî, mûşekî û çek û teqemenî yên rejîma Îranê de sepand.

“Mike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê, roja Duşemî 31`ê Xermanan, bilî berpirsên payebilind yên wî welatî di pirêskonferansekê de ragehand, ku 27 kesayetî heqîqî û hiqûqî xistine nava lîsta tehrîman.

Wezareta Bergirî û Piştevanî li hêzên çekdar yên rejîma Îranê û çendîn kes û damezraweyên peywendîdar bi bernameya navokî û mûşekî ya rejîmê, û herwisa “Nîkolas Madoro” Serkomarê Vênêzoêla bi sedema hevkarî digel rejîma Îranê hatine tehrîmkirin.

“Bêhroz Kemalwendî “ Berdevkê Saziya Viza Navokî” Mihemed Qenadî Meraxe û Pêjman Rehîmiyan” Cihgirên wê Saziyê, bilî “Cewad Kerîmî û Ehmed Esxerî” ku digel Saziya Vizeya Navokî pêwendî hebûne, xistine nav lîsta nû a tehrîman.

Herwisa şirketên “Hîmet, Hac Elî Muwedet, Misbah Ênirjî, saziya pîşeyî a bergirî, pîşeya Muhêd, navenda lêkolîna zanistî a navokî, hatine tehrîmkirin.

“Pompeo” eva jî bas kir “rejîma Îranê piştevanê hejmarek ji terorîzman di cîhanê de dike, Bercam bû sedema vê ku bi milyardan dolar bigihe destê rejîma Îranê û ev rejîm bo heyamê 5 salan şiya piştevanî li girûpên teroristî bike.

Navbirî rû li welatên cîhanê got, eger dorpêçan bin pêbikin, wê bêne ceza dan.

“Sitîvên Minûçin “ Wezîrê Xezenedarî yê Amerîkayê, di vê Pirêskonferansê de got, cîhan rê nade ku rejîma Îranê bi mûşekên balîstîkî, cîhanê rastî metirsiyan bike.

“Donald Tiramp” Serkomarê Amerîkayê roja Duşemî piştî çalakbûna “mîkanîzma maşe” û vegerandina dorpêçan dijî rejîma Îranê, biryara cîbicîkirinê bi welatê Amerîkayê re da, ku her kes digel rejîma Îranê hevkar be, wê bêne ceza dan.