Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dixwaze asta firotina nefta rejîma Îranê kêm bike

17:27 - 13 Adar 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî got, em dixwazin asta firotina nefta rejîma Îranê kêm bikin.

Roja Sêşemî 21`ê Reşemeh(12`ê Adar)`ê, “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, di kongireya enirjî li nav komek li birêveberên  Kompaniyayên mezin yên nefta cîhanê û hejmarek wezîrên neftê, li “Houston” a girêdyî “Teksas a Amerîkayî” got, em li pey “qutkirina şandina neft”a rejîma Îranê bo derve ne, û herwisa hekî rewşa bazarê îzin bide, em pêbendin bi vê ku, “şandina nefta rejîma Îranê bo derve qutbikin”.

Herwisa wî wezîrê Amerîkayî"got, em dixwazin li rêya cezadanê, givaşan bixîne ser rejîma Îranê, da ku şandina nefta wê welatî bo derve bigihîje asta herî kêm a xwe, û ji Îranê daxwaz dikin ku, wekî dewleteke asayî û sirûştî reftar bike.

%80 ji dahata rejîma Îranê li rêya firotina neftê dabîn dibe, û bi cihê ku wê  dahatê xercê xelkê hejar û betal bike û xelk rastî arîşeyan nebin, lê berewajî, hemû dahata neftê bo piştevanîkirin li giropên terorîstî  di deverê de bi kar tîne.