
“Morgan Ortagus”, roja Şemî 30`ê Gulanê, pêşwazî ji hewlên parlemana Utrîşê li derheq nasîna gefên Hizbulaha terorîst a Lubnanê kir.
Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê, “Morgan Ortagus” di peyameke “Twitter”ê de nivîsî: “Em destxweşiyê ji parlemana Utrîşê, li derheq nasîna gefên Hizbullahê li dijî Ewropayê dikin.”
Navbirî di berdewamiya “Twitt”a xwe de nivîsî: “Em daxwazê ji welatên Ewropayê dikin ku li dijî wê girûpa metirsîdar a rejîma Îranê çalakî bikin.”
Dewleta Utrîşê biryar daye ku li dijî kiryarên teroirîstî yên girûpa terorîstî a Hizbullaha Lubnanê çalakî bike.
Hizbulaha terorîst a Lubnanê, girûpekî terorîstî ye ku ser bi rejîma Îranê ye û dahata wê girûpa terorîstî ji aliyê rjîma Îranê ve tê dabînkirin.