Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Konferansa Werşo li dijî Îranê nîne, belkû li dijî siyasetên wêrankarane ya rejîma Îranê ye

17:07 - 30 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsiyarêkî mezin yê Amerîkayê derheq bi rûniştina Werşo ragihand: Ew rûniştina li dijî Îranê nî ne, belkû ji bo pêkanîna bereyeke yekgirtî ya cîhanî ye, li dijî siyaseta kavilkarî ên rejîma Îslamî.

“Radiyo Firance” li ser dewê ew Lêpirsiyarê Amerîka ku nexastiye ku navê wî eşkere be, got armanc ji birêvebirina konferansa Werşo destpêka gengeşe kirina komek ji pirsên girîng bo emniyet parastina deverê.

Ew çavkaniya herwisa bas ji wê kiriye ku, di wê konferansê de Wezîrê Derve yê Amerîka derheq bi nîgeranî û metirsiyên Komara Îslamî li devera Rojhilata Navîn de qise dike, ji berkû bi bê îşarekirin bi siyasetên Kavilkariyane a Rejîma Tehranê nabe bas ji kirîzên deverê bête kirin.

Bi gotîna wê berpirsê Amerîkayê ye, ji bilî mesela şerê nav xweyê Sûriyê û Yemenê, pirsa girîngîdan bi mûşekên balistîkî, gefên sayîbêrî, mafê mirov û mesela penaberan çend tewereke serekî ya wê konferansê dibin.

Konferansa werşo bi destpêşxeriya

“Mikê Pompeo” di rojên 24 û 25-ê Rêbendanê, li welatê Hindistanê yê bi rê ve here, konferansek ku tirs xistiye nav dilê Berpirsên Rjîma Tehranê, û biriyarbû êwareya roja 7-ê Rêbendanê Komisiyona meclisa rejîmê civînek encam bide, di pêwendî di gel konferansa Werşo.

“Hîşmetulah Felahet Pîşe” Serokê wê Komisiyonê ragihand: “baweriya me ewe ku pêk anîna civîn di Hindistanê pîlanekî micid de li dijî  me û bo ji nav birina wê rûniştnê, bi beşdariya hinek ji berpirsên Wezareta Derve, Wezareta Îtla`at û hinek ji Dezgehên Êmniyetî û bergiriyê ku ewane in: Erteş û Spahê bi rê ve dibin”.