Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Rejîma Îranê hebûna çekên kîmyayî yên xwe eşkere nekiriye

12:22 - 23 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia:Nûnerê Amerîkayê yê di Saziya Çavdêr a navneteweyî de ragehandiye ku: Rejîma Îranê derheq hebûna çekên  Kîmyayî de, saziya Çavdêr ya navneteweyî agehdar nekiriye.

“Kenneth D. Ward” nûnerê Amerîkayê yê di saziya navneteweyî ya beşa qedexekirina çekên kîmyayî de, roja Pêncşemî 1`ê Sermawezê (23`ê Çiriya Paşîn) di civîna  vê saziyê de ya di “Hage” de, rejîma Îranê derheq berhemanîn a madeyên kîmyayî yên di warê seqetkirina mejî de, ku di êrîşên xwe yê leşkerî de bikar tîne û herwisa derheq nedana zanyariyan û agehdarnekirina vê saziyê derheq çekên kîmayî yên  xwe de soçdar kir.

Pêka gotina wî nûnerê Amerîkayî,  rejîma Îran bi wî karî lihevkirinên navneteweyî binpêkirine.

Herwisa  wî nûnerê Amerîkayê daye eşkerekirin ku, Amerîkayê li mêjve nîgeranê vê yekê bûye ku rejîma Îran, çekên kîmyayî xwedî kiribin û ev bo saziya nanvneteweyî  ya qedexekirina çekên kîmayî nedabe eşkerekirin.

Her di vê pêwendiye jî daye zanîn ku, Îranê derheq veguhastina çekên kîmyayî yên di heyamên dehkên 80`î de, yên bo welatê Lîbyayê, tu tiştek nedaye eşkere kirin, û heta piştî vê  jî ranegihandiye, lê, welatê Lîbyayê di sala 2011`an de ji saziya qedexkirina  çekên Kîmyayî re  dabû eşkerekirin ku çekên wiha hene.

Herwisa wî nûnerê Amerîkayê  , îşare bi çekên wekî “Hawan, Top, û bombeyên ku di serê gulleyên van de madeyên kîmayî  tên bikar anîn kiriye,û gotiye ku,  Ev yeka dide eşkerekirin ku,  rejîma Îran derheq şiyana çêkirin û hebûna çekên kîmyayî de, ev saziya agehdar nekiriye.

Pêka gotina navbirî, di sinduqên van çekan de,  bi zimanê Farsî hatiye nivîsandin û ev nîşaneyên çavkaniyên van di Îranê de ne.

 Herwisa navbirî, rejîma Îran û Rûsiya hevalbendê vê welatî bi vê soçdar kiriye ku,  ev rejîma Beşar Esed, derheq bi karanîna çekên Kîmayî li dijî xelkê piştevanî dikin.

Heya niha rejîma Îranê, derheq gitinên wî nûnerê Amerîkayê yê di saziya navneteweyî a qedexekrina çekên kîmayî de,  tu bertekek nîşan nedaye.