Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka rejîma Îslamî ya Îranê bi binpêkirina mafê mirovan li Sûriyê û Yemenê tawanbar kir

18:35 - 31 Adar 2021

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane de li derheq rewşa mafê mirovan li tev cîhanê li sala 2020an, Îran, Rûsiye û Çîn bi sedema binpêkirina mafê mirovan tawanbar kir.

Di parek ji wê raporê de hatiye, ku karbidestên rejêma Îranê ne tinê mafê xelkê Îranê binpê dike, belkî li dijî xelkê Sûriye ji rêya piştîvanîkirin li hêza Beşar Esed û hêzên Hizbullahê, û li Îraqê de jî, ji rêya girûpên çekdar û li Yemenê de jî, ji rêya girûpa terorîst a Husiyan ve mijûlî binpêkirina mafê mirovan e.

Herwisa di rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê de îşare bi “raporên zêde li derheq qetlên neyasayî yan xweserane, û derçûn û birêvebirina hikmê îdam bo sizayên ku li hember standarda yasya navnetewî ku cezayeke micid nayê nasîn, û destûra dadresî ya dadperwerane bo tohmetbaran û nûciwana berçav nayê girtin, hatiye kirin, û herwisa îşare bi îşkenceya tund û metirsîdar a girtîgehê bo girtiyan hatiye kirin.

Di wê raporê de, basa xwenîşanadana meha Xezelwera sala 1398an jî hatiye kirin, ku rejîma Îslamî nêzî 304 kes kuştin û hwerisa basa rewşa girtin û girtiyan di girtîgehên Îranê de û derçûna cezaya îdamê bo wan û rewşa dadgehîkirin di Îranê de ku pirraniya tometbaran ji mafê destpêragihiştin bi parêzeran bêpar in û çendîn binpêkariyên din di Îranê de ku rejîma Îslamî sedema sereke ya wan binpêkariyane ye, hatiye kirin.