Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka rewşa awarte bi dijî rejîma Îranê bo saleke din dirêj kir

12:00 - 13 Çirriya paşîn 2020

Serkomarê Amerîkayê “Donald Tiramp” rewşa awarte ya li dijî rejîma Îranê, bo heyamê saleke din dirêj kir.

Roja Pêncşemî, 12ê Cirriya Paşîn 2020, Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragehand ku: “Donald Tiramp” Serkomarê wî welatî,  rewşa awarte ya li dijî rejîma Îranê, bo heyamê saleke din taze kir, û di vê daxuyaniyê de hatiye ku, kiryar û siyasetên rejîma Îranê, heya niha jî, li dijî ewlehiya neteweyî û siyasetên derve û aboriya Amerîkayî gef in.

Herwisa Koşka Spî di vê daxuyaniyê de ragehand ku, serkomarê wî welatî, rewşa awarte ya bidijî rejîma Îranê ku, li 24`ê Reşemehê bidawî dibe, heya sala 2021`an nû kir.

Ev destûra li serdemê serkomariya “Bill Clinton” li sala 1995`an, bi dijî rejîma Îranê hatiye pesendkirin, û serkomaran li vê serdemê şûnda, bi awayekî berdewam ev rewşa berdewam kirine.

Amerîka berdewam radigehîne: Rejîma Îranê bi bernameyên mûşekî û piştevanîkirin li girûpên çekdar û terorîstî, dibe sebeba nearamî û aloziyî di deverê de.