Serokmarê Amerîkayê “Joe Biden” di namekê de bo Kongireya wî welatî rewşa awarteya nîştimanî li derheq Îranê ku piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Tehranê di sala 1358an a Rojî hatibû ragihandin, bo heyama saleke din demdirêj kir.
Pêka naveroka nameya “Joe Biden” kiryar û siyasetên Komara Îslamiya Îranê wekî zêdekirin û geşedan bi bernameya mûşekî û gheşedan bi çekên neyasî, avakirina torên destdirêjiyên li ser deveran, piştevanî li girûpên terorîstî û kiryarên kawilkerên Spaha Pasdaran û hezên cihgirên wan girûpan, her wekî berê gefek micid bo ewlehiya niştimanî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê tê hisêb ku ji hegerên demdirêjkirina wê fermanê ne.
“Joe Biden” di wê nameyê de rewşa awarte li derheq Îranê bi hewce zanî û gotiye: “Pêwendiya me digel Îranê hêj asayî nebûye.”
Ragehandina rewşa awarte bi dijî Îranê yekemcar di serdema Serkomariya “Jimmy Carter” û 10 rojan piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê ji aliyê rejîma Îranê vê li bajarê “Tehran”ê, hatiye ragihandin.
Di wê fermandê de ku heyama 43 salan e ji aliyê hemû serkomarên Amerîkayê ve hatiye demdirêj kirin hatiye: “Îran bo ser tenahiya netewî, Siyaseta derve û aboriya Amerîkayê gefeke micid e.”
Pêka fermana “Rewşa Awarteya Nîştimanî” her serkomarek di Koşka Sipî de mafê vê yekê heye ku biryarê bide ku milk û darayiya rejîma Îranê, zewt bike.”