Serokmarê Amerîkayê “Joe Biden” di namekê de bo Kongireya wî welatî rewşa awarteya nîştimanî li derheq Îranê ku piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Tehranê di sala 1358an a Rojî hatibû ragihandin, bo heyama saleke din demdirêj kir.
“Biden” di wê nameyê de rewşa awarte li derheq Îranê bi hewce zanî û gotiye: “Pêwendiya me digel Îranê hêj asayî nebûye.”
Ragehandina rewşa neasayî bi dijî Îranê yekemcar di serdema Serkomariya “Cîmî Kartêr” û 10 rojan piştî dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê ji aliyê rejîma Îranê vê li bajarê “Tehran”ê, hatiye ragihandin.
Di wê fermandê de ku heyama 42 salan e ji aliyê hemû serkomarên Amerîkayê ve hatiye demdirêj kirin hatiye: “Îran li dijî tenahiya netewî, Siyaseta derve û aboriya Amerîkayê gefeke micid e.”
Ew fermana “Joe Biden” di demekê de hatiye belavkirin ku dewleta navbirî di rojên derbasbûyî de piştevanî ji pêşniyara hevpar a rejîma Îranê û Yekitiya Ewropayê bo domandina rêkevtina “Bercam”ê kiriye û daxwaz ji Tehranê kiriye ku bi hizreke paqij buizivire ser maseyê danûstandinan”
Pêka fermana “Rewşa Awarteya Nîştimanî” her serkomarek di Koşka Sipî de mafê vê yekê heye ku biryarê bide milk û darayiya rejîma Îranê zewt bike.”