
Kurdistanmedia: Rêzbenda girîngitrîn navend û berpirsên rejîmê yên ku di dewra duyem de, ji aliyê Amerîkayê ve dorpêçên aborî bi ser van de hatine sepandin hatine ragehandin, ku hemû ji van pêwendî digel çalakiyên “Bank” û “Petrol” a korama Îslamî hene.
Hevdem digel ragehandina dewra duyem ya dorpêçên Amerîkayê yên li dijî komara Îslamî, wezareta xizînedariya Amerîkayê jî, navê sedan kompanî, navendên malî, bank û berpirsên Îran û yên byanî yên ku pêwendî bi komara Îslamî hebûne daye zelal kirin, û ji aliyê wî welatî ve di nav rêzbenda dorpêçan de cihgir kirin.
Girîngitirîn alî û navendên rejîmê yên hatinî dorpêç kirin wiha ne: Banka Navendî a rejîmê, bankên Saman, Sermaye, Kişawerzî, Milî, Seni`et û Me`iden, Sipeh, Rifah, Tcaret, Banka Bazirganiya Îranê û Ewropayê, kompaniyayên bazariganî pêtroşîmî, kompaniyayên milî yên neftya Îran, û hemû komapniyayên girêdayî,kompaniyayên Sen`eta Pêtroşîmî, saziyên enirjiya navikî,sîmana Kurdistan, kompaniyayên berhemanîna elektirîkê, Îran Aiyêr û dehan berpirsên birêveber yên niha û yên berê yên rejîmê ku hemû pêwendî digel siyasetên têkderane yên komara Îslamî hebûne.
Dewra duyem ya dorpêçên Amerîkayê yên li dijî komara Îslamî ku di nîve şeva Yekşemî rêkefta 13`ê Xezelwerê bi dema “Washington”ê hatine ragehandin wiha ne:Seni`eta Neft, Keştîranî, xizmetên bîmê, para enrijî û mi`amileyên di navbera bankan de.
Donald Tromp di serkomarê Amerîkayê vê derheqê de ragehandiye ku: Ew dorpêçane, gellek dijwar in, ûevan tundtirîn dorpêçên ku, heya niha em cîbicî dikin, û hûnê bibînin wê çi çê bibe, rewşa Tehranê baş nine.
Hevdem “Mik Pompeo”, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê di gotûbêja digel “kanala “Fox news”ê ragehand ku: Em hewl didin da ku, tevî piştevanîkirin ji xelkê Îranê, ku hêjayê jiyaneke lêhatî ne, komara Îslamî neçar bikin dev ji siyasetên afirandina alozî û têkderane yên xwe berde, û ewa armanca me, û ev erka ji aliyê serokatiyê ve bo hatiye spartin.