
Amerîlka roja Sêşemî 15`ê Kanûna Pêşîn a 2020`an, Saziya “Siraye El- Muxtar” ku ewlehiya Behrênê dikir bi armanc, xiste nav lîsteyê saziyên terorîstî.
Amerîka teîd kiriye ku Saziya terorîstî ya bi navê “Siraye El- Muxtar” ji aliyê rejîma Îranê ve dihate piştevanîkirin û wê saziyê bername darêtibûn ku Amerîkayê bike bi armanc.
“Mike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê di daxuyaniyekê de daye zanîn ku, “Saziya “Siraye El- Muxtar” saziyeke terorîstî ye ku ji aliyê Îranê ve dihate piştevanîkirin û ewlehiya Behrênê dikir bi armanc û herwisa Spaha Guds a taya Spaha Pasdaran a terorîst li derveyê welat ji aliyê malî û çek ve ew saziya terorîstî dabîn dikir”.
“Pompeo” daye zanîn ku zêdebûna navê “Siraye El- Muxtar” ji lîsteyê saziyên terorîstî, peyameke tunde bo rejîma Îranê.
“Mike Mopmpeo” gotiye siyseta Amerîka li dijî rejîma Îranê û girûpên terorîstî yên girêdayê wê rejîmê di deverê de berdewam e”.