Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Birîtaniya gihîştinە vê encamê ku Îran naxwaze danûstandinên navkî ti encamek hebe

13:35 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022

Serokê Saziya Ewlehiya Birîtaniyayê “Richard Moore” gotiye: Min guman heye ku Xamineyî bixwaze danûstandinên navkî bigihîjin encamekê”.

Pêka rapora “Radio Ferance”, ”Serokê Saziya Ewlehiya Birîtaniyayê “Richard Moore” di civîna ewlehiya “Aspen” li îyaleta “Colorado” ya Amerîkayê de gotiye: “Ez bawer nakim ku rêberê Îranê li pey lihevkirinê be û ew di halekê de ye ku, berpirsên Îranî naxwazin danûstanan bidawî bên û heta bikarin heyama wan danûstandinan dirêjtir bikin”.

Her di vê derheqê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li berteka gotinên serokê Saziya Ewlehiya Birîtaniyayê de gotiye: “Rohn e ku Îran bo zindîkirina Bercamê biryarên siyasî yên hewce nedane”.

Herwisa serokê “CIA” yê “William Burns” jî, li derheq bernameya navkiya Îranê de gotiye: “Rohn e ku hem CIA û hem jî hemû saziya ewlehiya Amerîkayê, çavdêriyek gelek hûr li ser wê pirsê hene”.

Welatên Amerîka û Birîtaniya gihîştine vê encamê ku bernameya Îranê li danûstandinan de bi tenê qezenckirina demê ye û rejîma Îranê bi zanebûn heyama wan danûstandinan dirêjtir dike.