Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê hevpeymanî pêk anîn/ Şêwereya Hevkariya Kendavê daxuyanî da

11:42 - 2 Hezîran 2022

Wezîrên derve yên welatên endam ên hevpeymaniya kendavê bi weşana daxuyaniyekê daxwaza beşdarîkirin ji danûstandinên navbera Îran û xwedî hêzên cîhanê de kirin. Ji aliyek din ve jî, karbidestên Amerîkî û Îsraîlî soz dane ku hevahengiyên xwe li dijî Îrana navkî bihêz bikin.

Koşka Sipî roja Çarşemî 1ê Hezîrana 2022an, daxuyaniya hevpara a Îsraîl û Amerîkayê belav kir û tê de hatiye: “Berpirsên Amerîka û Îsraîlê soz dane da ku hewildanên xwe hevrêz bikin ku nehêlin Îran bigihîje bi çeka navkî û pêşî ji çalakiyên rejîma Îranê di deverê de bigirin.”

Koşka Sipî dibêje, berpirsên her du welatan li ser gavên “aborî û dîplomatîk” ji bo bidestxistina wan armancan civîn kirine, û herwisa li ser hevkariya leşkerî ya di navbera Amerîka û Îsraîlê de civîn kirine.

Ji aliyek din ve jî, Wezîrên derve yên welatên endam ên hevpeymaniya kendavê di daxuyaniyekê de diyarî kirine, divê “welatên endamên vê şêwrayê li danûstandinê dosyaya navkiya Îran û hemû civînên navçeyî û navneteweyî yên têkildarî vê mijarê beşdar bikin.”

Werzîrên Derve yên welatên endam li Şêwreya Hevkariya Kendavê li ser mijarên wek: “Nearamîkirina deverê ji aliyê Îranê ve, piştevaniya rejîma Îramê ji terorîzm û girûpên mezhebî li navçê, rûbirûbûna micid li hember bernameya mûşekî ya Îranê û gefên Îranê li ser navendên navneteweyî û navendên neftî” li danûstandinê bê de beşdariyê bikin.

Rejîma Îranê dever aloz kiriye û hertimî fitneyan û nearamiyan di deverê de diafirîne. Rejîma Îran Di hewlê de ye ku danûstandinên digel welatên zilhêz ên cîhanê dor lêde û da ku destê wê bigihîje bi çeka navkî.

Her lewma welatê Îsraîlê vê yekê qebûl nake û wî welatî roja Şemiyê 28`ê Gulanê manorek hevşêweyê êrîşkirin li ser rejîma Îranê bi rê ve bir.

Pêka daxuyaniya welatê Îsraîlê ku roja Çarşemî 2ê Hezîranê belav kiriye, tê de hatiye ku ew manore ji firîna balafiran di mewdayek dirêj de, wergirtina şewatê û êrîşa armancên dûr dest pêk hatiye ku bi dehan balafirên şerker di wê manhorê de beşdarî kirine.

Ew manore hevşêwesaziyek bo êrîşkirin li ser binkeyên hestiyar û girîng ên navkiya rejîma Îranê û binkeyên Hizbullaha Lubnanê ye.