Îdareya Ewlehiya Dîplomatîk a Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku her zaniyariyek ku bikare aloziyan di torên madî yên Spaha Pasdaran a terorîst de biafirîne, heta 15 milyon Dolar dê bê xelatkirin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye: “Spaha Pasdaran û taya Quds a girêdayî bi wê Spahê, bo dabînkirina beşa madî ya kiryarên xwe yên terorîstî li seranserê cîhanê bi rêya pêkanîna kompanî û damezraveyên taybet, hewla vê dide ku dorpêçên Amerîkayê dor lê bidin.
Niha Spaha Pasdaran û taya Quds a vê Spahê ku li derveyî Îranê mijûlê kar e, di lîstê dorpêçên Amerîkayê de ne.