Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 16 sazî û kesên girêdayî rejîma Sûriyê baykot kirin

12:26 - 12 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Amerîkay 16 sazî û kesên rasteqîne û mafnas yên girêdayî rejîma Sûriyê baykot kirin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 21`ê Cozerdana 1398`an (10`ê Hezîrana 2019`an), Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku: Wî welatî, 16 kesên heqîqî û mafnas ên rejîma Sûriyê ku li rêya têkilî û piştevanîkirin li Beşar Es`ed, mijûlê berjevendiyên malî bûne, baykotkirine, ku yek ji wan Samir Foz bû ku nefta Îranê bo Sûriyê vediguhast.

 “Sîgal Mindilêr” cîhgira Wezîrê xezînedarî ya Amerîkayê li karûbarên terorîstî û zaniyariyên malî di wê daxuyanê de gotiye: “Samir Foz” keseke dewlemend û bihêz e, ku girûpa bazerganiya xwe bo piştevanîkirin li Beşar E`ed bikar aniye û di cihên ku xelk neçarbûn birevin û her tiştî bicih bihêlên yan jî dijberê rejîmê bûn, “Samir Foz” dest bi ser avahiyên dijberan  de giritiye û avahiyên van bixwe sererastkirine.

Samir Foz xwediyê girûpeke bazirganiya aborî ya bi navê “Aman” e ku nêzî 312 milyon Dolar serwet heye, û hemû ew kompaniyên girêdayî bi Samir Foz, ji aliyê Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê ve hatine baykotkirin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend mehên borî de, Yekîtiya Ewropayê jî Samir Foz û 16 saziyên heqîgî û mafnas ên ku têkliyên van ji Samir Foz re hebûne, û herwisa bi sedema piştevanîkirin li Beşar Es`ed baykotkirine.