Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 22 kes û navend bi rêzbenda baykotên li dijî rejîma Îranê zêde kir

12:45 - 24 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, 22 kes û navendên Çar welatan bi rêzbendên baykotên aborî yên lidijî Îranê zêde kirin.

Roja Înê 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an) Ofîsa Ewlehiya Navneteweyî û pêşîgirtina ji berfirehbûna alavên şer ên navkî li Wezareta Derve ya Amerîkayê, 22 kes û Navendên Çar welatên ku yasaya bi çekkirina Îran, Koreya Bakûr û Sûriyê bin pê kirine bi rêzbenda baykotên li dijî rejîma Îranê zêde kir.

“Chris Ford” berpirsê Ofîsa Navneteweyî û pêşîgirtina ji berfirehbûna alavên şer ên navkî li Wezareta Derve ya Amerîkayê, roja Pêncşemî 2`ê Cozerdana 1398`an, di li rûpela “Twitter”a xwe nivîsîbûn ku: Van 9 navend yan jî kesên ku di nav wan 22 navend û kesên dadwerî û herwisa yên derheq mafê mirov jî, hatine baykot kirin, û bi sebeba binpêkirina baykotên aborî yên li dijî rejîma Îranê û şandina madeyên derheq çêkirina mûşekên balistîk,di nav rêzbenda baykotan de hatine cihgîrkirin.

 Eva yekem car di nine ku navend yan kesên girêdaiy rejîma Îranê rastî baykutan dibin, berê jî Amerîkayê hejmareke navend û kompaniyayên ku digel vê rejîmê mi`amleyên bazirganî encam dabûn yan jî alîkariyên derheq alavên navikî de ji vê rejîmê re gihandibûn baykut kiribûn.