Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 3 kesên girêdayî Spaha Quds ku, bo rejîma Îranê pere spî dikin û herwisa alîkariya qaçaxkirina nefta Îranê kirine xiste nav rêzbenda reş a dorpêçan.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê di daxuyaniyekê de da zanîn ku, “Navenda Rawestan li Hemberî Dabînkirina Malî ya Terorîzmê” (TFTC), 16 kes, girûp û saziyên ku peywendî digel hejmarek zêde ji girûpên terorîstî hebûn xistiye nav rêzbenda reş a dorpêçan ku 3 kes ji wan girêdayî Spaha Quds in.
Pêka daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayî, navên wan 3 kesên girêdayî Spaha Quds a terorîst wiha ne, “Murteza Haşimî, Elî Qesîr û Miqdad Emînî” ku di spîkirina perê rejîma Îranê û hevkarîkirin bo firotina nefta qaçax a rejîma Îranê de rol hebûne.
Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihandiye, ew 3ê kesên girêdayî Spaha Quds, hevkariya 2 torên dorlêdana dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê dikin û tevî ku Spaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê ew 2 torên dorlêdana dorpêçan bi rê ve dibin hemû xercê wan jî dabîn dikin.