Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê beşa Pola û Pîşesazî û kanzaya Îranê tehrîm kir

16:56 - 9 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê "Donald Trump"  beşa Pola û Pîşesazî a kanza ya îranê dorpêç kir.

“Donald Trump” Serkomarê Amerîkayê roja Çarşemî 18`ê Banemer(8`ê Gulan)`ê, beşa Pîşeya Pola û Pîşeya kanza ya Îranê dorpêç kir ku ev tehrîmane Pîşeya Hesin, Pola, Alminûm û sifir jî ji xwe digire.

Herwisa Koçka Sipî dazanîn, hekî Tehran kiryarên xwe bi awayekî bingehîn neguhere, dibe çavnhêrê dorpêçên tûndtir jî be.

Herwisa “Tim Morrison” Alîkarê taybet yê “Dunald Tramp” û berpirsê payebilind yê di karûbarê çekên komkujî û berevaniya biyûlojîkî, di civînekî de li " Washingtonê" gotibû, karê Amerîkayê li hemberî dorpêçên li dijî Îranê bi dawî nehatiye, û herwisa got,di heyamên bê de dibe çavnhêrê tehrîmên zêde jî be.

Her di vê derheqê de, li heyama çend rojên borî, Amerîkayê lêborîna tehrîmên lidijî navikiya rejîma Îranê, yên derheq alîkariyên navikî yên Yekîtiya Ewropa, Çîn û Rûsiyayê yên digel Îranê berdewam nekir.