Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê bi sebeba binpêkirina baykutan welatiyekî Îranê û kompaniyeke Tirkiyê tawanbar da naskirin

13:24 - 5 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Wezareta dadweriyê ya Amerîakyê di daxuyaniyekê de bas ji vê kiriye ku, kesê bi navê Peyman Emîrî Larîcanî ku berê rûniştiyê bajarê Îstembola Tirkiyê bû, bi tawana binpêkirina baykutên Amerîkayê yên lidjî rejîma Îranê sikala tomar kiriye.

Xeynî wî welatiyê Îranê, kompaniyayeke Tirkiyê jî,ya bi navê “Kral HewaÇîlîk” bi sebeba darêtina pîlanan bo kirîna alavên balafirên ku Amerîka çê dike û veguhastina van bo rejîma Îranê hatine tawanbar kirin.

Di vê daxuyaniyê de îşar bi vê hatiye kirin ku, ev kirîn û veguhastina bi bê agehdariya kompaniya û dewleta Amerîkayê hatine encam dan, û ev alavane bo kompaniya û rêkxistina karê esmanî bo Îranê hatine hinardekirin.

Li gorî gotina wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê, Peyman Emîrî Larîcanî û kompaniya “Kral Hewaçîlîk” hewl dane, yasa û metrsiyên li ser Amerîkayê yên derheq baykutan û bazirganîkirina digel rejîma Îran û herwisa yasayên warê hinardekirinê binpê kirine.

Herwisa di beşeke din a vê sikalyayê de hatiye ku:  Tawanbaran bo bihêzkirina kompaniya balafiran ya  “Mahan Air”, ku piştevan û girêdayî Sapha Pasdarana terorîste, yek ji amorên serekî yên rejîmê di kriyarên destêverdan û afirandina aloziyane.

Li gorî gotina yek ji berpirisên wezareta navxwe ya “Mahan Air” yek ji gefên li dijî Amerîka û Hevalbendan tê hesab kirin.

Xeynî kompaniya “Mahan Air” di daxuyaniya Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê de, çend kompaniyayên din yên balafiran yên wekî “Sehend Air û Kîş Air” jî îşare pê hatiye kirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de, hatiye, ku bi sebeba reftarên rejîma Îranê, yên derheq nearamiya deverê, di cîbicîkirina baykutan li dijî vê rejîmê berdewam dibin.