Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Çar kes bi tawana veguhastina pere bo hemasê Tehrîm kirin

12:41 - 30 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê 4 kes bi sebeba ku perê Spaha Pasdaran a terorîs ji aliyê Hizbula Lubnanê ve bo girûpa Hemas a terorîst vediquhastin, tehrîm kirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê 3 kes ên xelkên Filstînê û kesek xelkê Lubnanê bi sebeba ku, perê Spaha Pasdaran a terorîs ji aliyê Hizbula Lubnanê ve bo girûpa Hemas a terorîst vediquhastin, tehrîm kirin.

Hevdem Amerîkayê “Jammal Trust Bank” ku yekek ji mezintirîn banka Lubnanê bi sebeba alîkarîkirin û veguhastina pere bi Hizbulaha terorîst a Lubnanê re baykot kir.

Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê “Mayik Pompêo”, di daxûyaniyekê de daye zanîn ku, Amerîka erkdare ku piştevaniya malî de ser Hizbula Lubnanê de qut bike.

Herwisa navbirî got: Binpêkariyên banka “Jammal Trust Bank” derbê li serxwebûna nizama malî a Lubnanê dide.

Amerîka ji sala 1997`an ve Hizbulaha Lubnanê wekî girûpeke terorîstî daye naskirin, û her Saziyek û kesek ku alîkariya wî girûpê bike ji aliyê Amerîkayê ve tê tehrîm kirin.