Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê daxwaz ji welatên cîhanê kir da ku rejîma serberedayî û “yaxî” a Îranê berpirsyar ragirin

16:29 - 7 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê di nûtirîn twitta xwe de, ji hemû welatan daxwaz kir da ku rejîma serberedayî "yaxî" ya Îranê berpirsyar ragirin.

 “Mikk Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, li ser rûpela twitta nû ya vê wezaretê, nivîsiye ku, komara Îslamî mezintirîn piştevanê terorîzimê di asta cîhanê de ye, û ji hemû welatên din yên cîhanê daxwaz kiriye da ku bi her awayî ku dikarin bila wê rejîma serberedayî, berpirsyar ragirin.

Ji aliyekî din ve “John R. Bolton”şvêrmendê ewlehiyê yê Koçka Spî, yek ji berpirsên payebilind yê Amerîkayê, di heyamên borî de, derheq rola têkderane û afirandina aloziyan  ji aliyê komara Îslamî di devera Rojhilata Navîn û cîhanê de, pêdagîrî kiribû.

Herwisa “John R. Bolton” di axavtinên xwe yên du rojan berî niha de jî, komara Îslamî mizintirîn banka navenda terorîzmê di asta cîhanê de daye naskirin û hişdarî ji weltên din û yên Ewropayê re daye ku hekî dorpêçên aborî yên li dijî Îranê berçav negirin, wê ev rastî encamên xirab digel Amerîkayê bên.

 “Donal Trump” serkomarê Amerîkayê boçendîn caran hişdarî daye ku hekî civaka cîhanî û Yekîtiya Ewropayê dorpêçên ku li dijî komara Îslamî hatine pesendkirin, berçav negirin wê ev rastî keb webûnên Amerîkayê bên.