Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê digel welatên deverê bo rawestan li hember rejîma Îranê civînek nihênî lidar xistine

17:33 - 27 Hezîran 2022

Rojnameya “The Wall Street Journal” belav kiriye ku, di meha “Adar”ê de, fermandarên leşkerî yên Amerîka, Îsraîl û çend welatên Erebî yên deverê, civînek bo rawestan li hember gefên leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê lidar xistibûn.

Herwisa rojnameya “The Wall Street Journal” li roja Yekşemî 26ê Hezîranê, ji zimanê berpirsên Amerîka û welatên deverê hatiye belavkirin ku ev civîna nihênî, yekem hevdîtin a di navbera berpirsên payebilind ên leşkerî yên Îsraîl û welatên Erebî, li jêr çavdêriya Amerîkayê û bo rawestan li dijî gefên hevpar bûye.

Pêka vê raporê, bilî Amerîka û Îsraîl, berpirsên leşkerî yên Erebistan, Qeter, Urdon, Misir, Îmarat û Behrênê beşdarê vê civînê bûne.

Ev civîn di halekê de bi rê ve çûye ku Îsraîl û welatên cîranê Îsraîl di qonaxa yekem de danûstandin li derheq hevkariya leşkerî de ye.

Di vê civînê de, fermandehiya “CENTCOM” General “Kenneth Franklin McKenzie” nûneratiya Amerîkayê kiriye.