
Kurdistanmedia: Wezareta Xezînedariyê a Amerîkayê hejmarek navend û hevwelatiyên sê welatên wekî Îran, Rûsiya û Sûriyayê, xistine nav rêzbenda dorpêçan de.
Roja Sêşemî 29`ê Xezelwerê (20`ê Çiriya Paşîn) “Steven Mnuchin”, Wezîrê Xezînedariyê ya Amerîkayê ragehand ku: Navendên wekî “Mîrbîznis banka li Moscowyî ya girêdayî banka Milî a Îranê, kompaniya Derman û Pîzişkî a Tedbîr a Kîşê, û Kompaniya “Global veision Group”” ku ofîsa serekî ya vê di Moscowyî de, û herwisa hevwelatiyên Îranê yên bi navên “Resûl Secad û Hisên Yeqobî Myab , cihgêrê neteweyî yê banka navendî, digel hevwelatiyekî Rûsiyayê yê bi navê “Andri Dugaîf”, û du hevwelatiyên Sûriyayê yên bi navên “Hacî Ebdulnasir û Mihemed Amir El-Şoykî” ,ku xwediyê kompaniya “Global Vision Group”, û hevwelatiyekî Lubnanê yê bi navê ”Mihemed Qasim El-Bzal”, bi sebeba veguhastina petrola Îranê bo Sûriyê xistine nav rêzbenda dorpêçan de.
Wan navend û hevwelatiyên Îran, Rûsiya û Sûriyayê, bi, birêvebirina terhên tevlîhev û bo bihêzkirina rejîma “Beşar Esed” û çalakiyên derheq veguhastina petrola Îranê, bo Sûriyê, hatine tawan bar kirin.
Li gorî zanyariyên wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê, wan navend û kesane, ji riya kanalên ku bi xwe çê kirine milyonan bermîl petrola Îranê bo Sûriyê veguhastine.
Herwia Rûsiyayê jî, hewcehiyên bo firotin û veguhastina petrola Îranê dabîn kirine.
Her di vê pêwendiyê de jî, Amerîkayê, tunditirîn dorpêç lidijî reîma Îranê îlankirine, û herwisa raghandiye ku, ev kes û navendên ku merema dorlêdana dorpêçan hebin, bi tunditirîn awayî digel wan wê reftarê bê kirin.
Di heyama çend rojên borî de jî, “Brian Hook” berpirisê Kar girûpa Kar lidijî Îranê, yê di Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê de, di hevdîtina digel “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê de, pêdagîrî jî kiribû ku siyaseta “Washington”ê li hemberî rejîma Îranê, û berxwedanî kirina li hemberî gefên wî welatî di devderê de, û pêşîgirtin ji alîkariyên malî yê Tehranê bo “Hemas” û “Hizbulaha Lubnanê” ye.