Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Saziya Vizeya Navkî a rejîma Îranê û Serokê wê Saziyê tehrîm kir

10:47 - 31 Kanûna Paşîn 2020

Wezareta Xezanedarî a Amerîkayê, roja pêncşemî 10`ê Rêbendan, Saziya Vizeya Navkî a rejîma Îranê û Serokê wê Saziyê, Elî Ekber Salihî, bi sedema binpêkariya pêbendên Navkiya Îranê, li rêzbendên tehrîmên xwe zêde kir.

Birayan Hok Nûnerê Taybet ê Aemerîkayê di karûbarê Îranê de got: "Rejîm Îranê rejîmeke marksîst, dizperwer û olperest e”.

Herwisa Birayan Hok got, Saziya Vizeya Navkî a rejîma Îranê roleke mezin a sereke di binpêkirina pêbendên Navkî ya Îranê de hebûye, û em ji Saziya navnetewî dixwazin ku pêşî ji gihîştina Îranê bigrin ku nekare meyandina Oraniyuma xwe dom bike.

Di vê derheqê de, Berdevkê Saziya Navkî a rejîma Îranê, Bêhroz Kemalwend, gotiye: "Xistina kesên wekî Elî Ekber Salihî di nav lîstê tehrîman de, lîstikeke siyasî ji aliyê Amerîkan ve ji ser neçariyê ye û ti nirxek nîne".

Ji aliyek din ve jî Mayik Pompeo, Wezîrê Derve ê Amerîkayê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Rejîma Îranê mezintirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de ye, û navbirî got rejîma Îranê berpirsê hemû karesta mirovî di Sûriyê de ye”.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de got: “Xelkên Îranê niha ew şanse hene ku bingeh û reftarên rejîma Îranê biguher in.